Meclisa Giştî ya PYD’ê: Bûyerên li Başûr rû didin komployek Tirkî ye

Meclisa Giştî ya PYD`ê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku bûyerên li Başûrê Kurdistanê rû didin, komployeke dewleta Tirk e û armanca wê tunekirina Kurdan bi destê Kurdan e.

Meclisa Giştî ya PYD’ê derbarê êrişa hêzên PDK’ê ya li dijî gerîla a li Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de êrişa li dijî hêzên gerîla û şerê birakujî hat şermezarkirin û weha hat gotin:

“Dewletên mêtingerên kurdistanê di sêrî de dewleta Tirk, nikarîn bi rêya DAIŞ`ê destkeftiyên Kurdan tune bikin, vê carê ji bo bigihêje armancên xwe Kurdan li dijî hev bi kar tînin û fitneyê di navbera hêzên Kurd de derdixin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bûyerên li Başûrê Kurdistanê komployek dewleta Tirk e, bi rêya wê dixwaze şer di navberra Kurdan de derxe.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku tevî bangewaziyên çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê, weke ku daxuyaniya dawî ya Mesrûr Barzanî de jî hat dîtin, PDK zimanê sûcdariyê bi kar anî.

Hat gotin ku ev yek destkeftiyên Kurdan dixe xetereyê û çarçoveyeke rewa ji bo êrişên dewleta Tirk peyda dike.

Di dawiya daxuyaniyê de, PYD`ê bang li PDK`ê kir ku ji bo çareseriyê diyalogê bikin û bang li pêşmergeyan jî kir ku nebin beşek ji komploya li dijî gel.

Back to top button