Şehîd Viyan Cûdî bi merasîmeke xiyabî hate bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê bi merasîmeke xiyabî Şehîd Viyan Cûdî bibîranî.

Gerîlaya YJA-STAR’ê Rojîn Seydo bi nas nav Viyan Cûdî di 10’ê Kanûnê de li herêma Metînayê di şerekî li dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû.

Meclisa Malbatê Şehîdan a Tiltemirê Şehîd Viyan bibîranîn.

Di merasîmê de li ser navê Malbata Şehîd û bi navê YPJ’ê axaftin hatin kirin.

Kesên axifîn destnîşan kir ku gerîla parêzvanên Kurdistanê ne û bang li PDK’ê kir ku dev ji xiyanetê berde.

Axaftvanan diyar kir ku malbatên şehîdan piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî dikin heta ku tevahiya Kurdistanê rizgar bibe û armancên şehîdan pêk werin.

Piştî bidawîbûna axaftinan endama rêveberiya Navenda Perwerdeyê Behiye Mihemed wesîqeta şehadetê xwend û radestî malbata şehîd Viyan kir.

Back to top button