29 parlementerên Başûr daxwaz kir ku biryara cezakirina çalakavanên Behdînan bên rastkirin

29 Parlementerên Başûrê Kurdistanê jî daxwaz kir ku biryara cezakirina çalakvanên siyasî yên Behdînanê bên rastkirin.

Parlementeran di daxuyaniya xwe ya hevpar de sedema rastkirina biryarê bi van xalan şîrove dikin:

“Di dema lêkolînkirina ser kesên gumanber, nêzîkatiya yasayî nehatiye kirin û parêzer ji bo wan nehatiye amadekirin.

Ew mikurhatinên li dosyayan de di bin çavdêrî û zextan de hatiye girtin.

Serdanên van kesan ên ji bo seferetxaneya Amerîka û Almanyayê yên li Hewlêr û girtina alîkarî ji bo karên çalakiyên sivîl jî weke sûc ji bo wan hatiye diyarkirin.

Ev karekî yasayî ye, salên dûr û dirêj sazî û rêxirawên sivîl ji aliyê sefaretxaneyên welatan ve alîkarî giritine û digirin jî.

Amadebûna aliyê gilîkar ku asayîş bû, di nava hola dadgehê de weke parêzvan di heman demê de weke gilîkar berevajiya yasa ye.

Tenê tevgera wê hêzê ya bêyî fermana dadwer ev yek nîşan da ku ew hêz di nava dadgehê de serdest e.”

Back to top button