Li Lazîqiyê û Idlibê 5 endamên hêzên hikumeta Şamê û 4 çete hatin kuştin

Li gundewarên Lazîqiyê û Idlibê, di êrîş û şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê de 5 endamên hêzên hikumetê û 4 çete hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikumeta Şamê vê sibehê bi zêdetirî 130 moşekan deverên eniyên El-Tifahiyê  yên gundewarên bakurê Lazîqiyê topbaran kirin.

Çeteyan jî cih û deverên hêzên hikumetê li eniyên Meret Moxis a başûrê Idlibê topbaran kirin.

Çavdêriyê diyar kir ku duh di encama hedefgirtina hêzên hikumetê de li rojavayê Helebê 3 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Her wiha li gundê El- Melaca yê li başûrê Idlibê di êrîşeke çeteyan de 5 endamên girîdayî hêzên hikumetê hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.

Di heman demê de çeteyek jî hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

SOHR: 8 çekdarên Îranî hatin kuştin û gelek birîndar bûn

Derbara êrîşa roja Çarşemê ya ku artêşa Îsraîlê li ser parêzgehên Laziqiyê û Hemayê pêk anîne Çavdêriya diyar kir ku ji bilî sivîlên ku hatibûn kuştin û birîndar kirin, 8 çekdarên Îranî jî hatin kuştin û jimareke mezin birîndar bûne.

Back to top button