Li Kîevê metirsiyek zêde serwere

Rûsya, ev 3 rojin tevgera leşkerî ya kontrolkirina Ukraniya daye destpêkirin..
Serokomarê Ûkrayna Zelensky banga parastina xaka welat kir û got:
Kesê ji bo Ûkrayna şer bike, em ê çekan bidînê…
Moskow jî dibêje, heta daxwaza Putin pêk neyê ew ê şer dewam bike.

Dengê guleyên li nava paytext Kîevê.

Reva ji welat.

Bêdengiya li jêrzemînan.

Bi gotinekê, li nava paytexta Ûkrayna Kîevê bêdengiyek pir zêde heye.

Li vî welatê ku ev 3 roje Rûsya tevgera leşkerî li dijî wê dayî destpêkirin, şer heye.

Zelensky: Ji bo serxwebûna xwe, em ê dewleta xwe biparêzin

Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky li gel pêşvehatina leşkerên Rûs jî sond xwar ku li Kîevê bimîne.

Volodymyr Zelensky vîdeoyek weşand û got,

”Em hemû li vir in, leşkerên me li vir in, welatî, civak, em hemû li vir in, ji bo serxwebûna xwe, emê dewleta xwe biparêzin.”

Zelensky diyar kir ku ew bi Serokê DYA’yê Joe Biden re li ser alîkariya parastina Kîevê ya Amerîkayê û koalîsyona dijberiya şer axivîne.

Ajansa nûçeyan a Rûsya Interfax ragihand yekîneyên Rûs bajarê Melîtopolê yê Ûkrayna bi dest xistine.

Artêşa Rûsya bi moşekan êrişî avahiyek sivîlan kir

Hêzên Rûsî hewil didin derdora paytextê dorpêç bikin.

Artêşa Rûsya ya ku hewl dide bikeve Kîevê, bi moşekan êrişî avahiyeke sivîlan kir.

Li herêma Luhanskê, hêzên ku Rûsya piştevaniya wan dike, çemê Donets derbas kirin.

Moskow dibêje heta daxwaza Putin pêk neyê wê êriş dewam bike.

Kîev: 3 jê zarok 198 kes hatin kuştin

Li gorî Wezreta Tendiristiyê ya Ûkraynayê di êrîşên Rûsyayê de, 3 ji wan zarok 198 Ûkraynî hatine kuştin.

Ji van çend jê sivîl in nayê zanîn.

Her wiha 1,115 kes jî birîndar bûne.

Ûkrayna: 3,500 leşkerên Rûs hatine kuştin

Ûkrayna got, ”3 hezar û 500 leşkerên Rûs hatine kuştin. ”

Rûsya: li 821 hedefên leşkerî yên Ûkrayna hatine xistin

Rûsyayê jî îdîa kir, ”Li 821 hedefên leşkerî yên Ûkraynî dane.”

Şaredarê Lviv Andrey Sadovyi da zanîn ku di nava çend saetan de 60 leşkerên Rûs li herêma Brodiyê daketine.

Lê piştî berxwedaniya hêzên Ûkraynî wan kariye leşkerên Rûsî neçar bikin ku paşde vekişin.

Zelensky: Em ê çekan bidin kesên ji bo Ûkrayna şer bike

Zelensky banga parastina welat li tevahî Ûkrayniyan kir û got:

Kesên ji bo Ûkrayna şer bikin, wê çekan bidin wan.

Divê navberê de, tê îdiakirin ku rastgirên li DYA û Ewropayê ji bo şerê li dijî Rûsya berê xwe didin Ûkrayna.

Ev der jî nîvê paytext Kîevê ye.

Zelamek temen mezin ku biryara parastina welat dayî, xendekê dikole.

 

Back to top button