Navbera artêşa Etiyopya û Tîgrayê agirbest pêk hat

Piştî şer û aloziyeke dirêj, hikumeta Etiyopya û Tîgray li ser agirbestekê li hev kirin.
Bi agirbestê tê xwestin rewşa li welat careke din vegere aramiyê.
Piştî agirbestê ji welatên Rojava û Afrîka peyamên pîrozkirinê hatin dayîn.

Piştî şerê bi salan di navbera Etiyopya û Tîgrayê de agirbest hate ragihandin.

Di daxuyaniya aliyan de tevî ku sernavên girîng ên peymana îmzekirî cih girtin, lê têkildarî dewra derbasbûnê de agahiyên berfireh nehatin parvekirin.

Li gor metna pêşnûmeya peymanê ya ji 10 rûpelan pêk tê di çapemeniyê de hatiye parvekirin, wê li bakurê welêt rewş vegere beriya şer.

Eniya Rizgariya Gel a Tîgray (TPLF) wê despêkê çekên giran dêne û piştre jî ewlekariya Tîgrayê radestî hikumeta netewî bike.

Rêyên veguhestinê jî wê di bin kontrola hikumeta Etiyopya yê de bin.

Parastina tixûbên welat dê di milê dewleta federal de be û alî jî rê nadin welatên derve destêwerdanê di karûbarên herêmê de bikin.

Wê tu guhertinek nedestûrî ya hukûmetê çênebe û Etiyopya wê operasyonên leşkerî yên ku TPLF dike armanc rawestîne.

HYikumeta Etiyopya wê TPLF ji lîsteya terorê derxe

Hikûmeta Etiyopyayê dê TPLF ji lîsteya rêxistina terorê derxîne û li parêzgeha Tigray hemû xizmetên bingehîn vegerîne.

Artêş û rayedarên Etiyopyayê wê bi koordîneya bi TPLF re bikevin paytexta parêzgehê Mekelle.

Alîkariyên mirovî wê bê sînor ji parêzgeha Tigreyê re bên şandin.

Bi vê peymanê re wê TPLF li herêmê weke saziyeke siyasî ya rewa bê naskirin û hikûmeta Etiyopyayê jî wê bi awayekî leşkerî li bakur îstiqrarê vegerîne.

Piştî îmzekirina rêkeftinê, her du aliyan ragihandin ku ew ji rêkeftinê kêfxweş in û dema ku li ser xalên rêkeftinê hatiye danîn, balê dikişîne.

Peymana agirbestê bi keyfxweşî hate pêşwazîkirin

Neteweyên Yekbûyî (NY), DYA, Yekîtiya Afrîkayê, Yekîtiya Ewropayê (YE) û Rêveberiya Pêşketinê ya Navdewletî (IGAD) di peyamên xwe de kêfxweşiya xwe ya ji peymanê anîn ziman.

Di şerê 4’ê Mijdara 2020’an ku hikumeta Etiypya li dijî Tîgrayê da despêkirin û heta niha bi hezaran kes mirin û sedhezaran jî koçber bûn.

Back to top button