Li Ewropa bi hezaran ji bo piştevaniya Ûkrayna daketin qadan

Li dijî şerê li Ukraniya, li gelek deverên cihanê nerazîbûn hene…Ji bo piştevaniya Ûkrayna û dawî anîna şer, li parzemîna Asya, Ewropa û Amerîka bi hezaran kes daketin qadan. Di xwepêşandanên ku alên Ûkrayna hatin rakirin de, hêrsek zêde li dijî Serokê Rûsya Putin xuya dike.

Not: ev nivîsa sor li ser dengê wî xwepêşandêrî dênin.

“Ji ber tiştê ku vî heywanî (Putin) ji we re kirî, ez dixwazim lêborînê bixwazim.

Me ew nehilbijart!

Rûsya bê Putin!

Bijî Ûkrayna!”

Di dema ku êrişa Rûsya ya li ser Ûkraynayê li hemû cîhanê tê şermezarkirin de, welatiyekî Rûs bi gotinên tund rêveberiya Serokê Rûsya Vladimir Putin şermezar kir.

Welatiyê Rûsî çong danî û ji Ûkrayniyan lêborîn xwest.

Ji bo piştevaniya bi Kîevê re, li seranserê cîhanê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Navenda sereke ya xwepêşandêran jî Ewropa bû.

Li paytexta Ingilistan Londonê, şev bi sloganên piştevaniya ji bo Kîevê hejiya.

Bihezaran xelkê London û dijberên şer, li dijî êrişa Rûsya bertek nîşan dan.

Helwelata Kataloniyan jî heman bû.

Li bajarê Barcelona yê Spanyayê, qada xwepêşandanê ji welatiyan tejî bû.

Di xwepêşandana li ber avahiya Komîsyona Ewropa de, banga destwerdanê li YE û NATO yê hate kirin.

Bi sedan Swêdiyên li paytextê kom bûn jî helwesta xwe ya li dijî şer nîşan dan.

Swêdiyan bi pankartên rakirî, xwestin şer were bidawîkirin.

Ev der jî paytexta Almanya Berlîn e.

Li vir bi sedan xwepêşandêrên li ber Offîsa serokwezîriyê kom bûyî, daxwaza piştevaniya bo Kîevê kirin.

Li parzemîna Asya welatê herî zêde li dijî êrişa Rûsya derdikeve, Gurcistane.

Bi hezaran Gurciyên li paytext Tiflîzê kom bûyîn, êrişa Rûsya şermezar kirin.

Qada xwepêşandanê bi alên Ûkraynî hate xemilandin.

Li parzemîna Amerîka jî hêrsek zêde ya li dijî êrişa Rûsya hebû.

Li paytexta DYA Waşîngton DC, xwepêşandêr li ber Koşka Spî kombûn.

Xwepêşandêran ji Serokê welat Joe Biden xwestin ku cezayên hîn tundtir li ser Moskow ferz bikin.

Li Qada Times jî piştevaniyek zêde ya ji bo Ûkrayna hebû.

Back to top button