Yekîtiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê a şaxê Tebqayê civînek li darxist. Di civînê de pirsgirêkên perwerdeyê û çareseriya wan hate nîqaşkirin.
Civîn li hola Meclisa Qanûnsaz bi sernavê “Bi giyanê yekîtiyê em ê pirsgirêkên xwe çareser bikin” li dar ket.
Di civînê de nûnerên saziyên civaka sivîl, mamosteyên Tebqayê û endamên Yekitiya Mamosteyan a Reqayê amede bûbûn.
Hevserokê Yekitiya Mamosteyan a Tebqayê Mihemed El-Faris axivî û spasiya mamosteyan kir.
Mihemed El-Faris da zanîn ku dê mafên mamosteyan û daxwazên wan li gorî qanûnan biparêzin û dê dozên wan ên tenduristî, civakî û perwerdeheyê bişopînin.
Paşê beşdaran pirsgirêkên li pêşiyan wan derketin anîn ziman û ji bo çareserkirina wan pêşniyar hatin kirin.