Di çarçoveya pêngava çalakiyên 8’ê adarê de, îro komîteya çalakiyan a ekolojî li Qamişlo daxuyaniyek da. Komîte wê bi çalakiyên cûda û semîneran, hemleya xwe ya der barê çandinî û ekolojiyê de heya 6’ê Nîsanê bidomîne.
23’ê Sibatê, Plaforma Çalakiyên 8’ê Adarê bi dirûşmeya ‘ Bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin’ bi daxuyaniyekê dest bi pêngava çalakiyan a ji bo 8’ê Adarê kir.
Di çarçoveyê de, îro Komîteya amadekar a çalakiyên ekolojî jî bi dirûşmeya ‘ Bi pêşengtiya jin vegera li ekolojiya civakî ‘ li parka xwendina ya li Qamişlo daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin;
Xwezaya ku mirov diparêzer ji aliyê desthilatdaran ve dom nekiriye, bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî xwaza ji jingeheke kesk û paqij bûye erdeke çol û zuha.
Komîteyê diyar kir armanca wan ji vê pêngavê ew e, çand û hişmendiya îdeolojîk a jîngeheke tendirsut bê avakirin.
Ev pêngava wê heya 6’ê Nîsana 2022’an bidome.
Bêrîvan Omer: Ji bo parastina jiyanê divê jin tevlî kampanyayê bibin”
Cîgira Desteya Rêveber a Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer jî bang li jinan kir ku ji bo parastina jiyanê divê jin tevlî vê pêngavê bibin.
Komîteyên perwerdeya ya Kongra Star wê li gund û navçeyên herêma Cizîrê 100 semînerên derbarê ekolojiyê de bide.