hemû temen bi pêla 4’an a Coronayê dikevin. Heyva Sor a Kurd diyar kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara mirî û pêketiyên Coronayê roj bi roj ber bi zêde bûnê ve diçe.
Têkildarî mijarê bijîşkê zarokan û endamê Heyva Sor a Kurd Sexer Elîka ji ajansa Hewarê re axivî û got,
“Rewşa vîrusa Coronayê li herêmê gihaştiye asta metirsiyê û roj bi roj hejmara pêketiyan zêde dibin.
Elîka destnîşan kir ku sala perwerdeyê li herêmê wê dest pê bike divê haya malbatan ji paqijiya zarokên xwe hebe û li hemberî vîrûsa Corona hişyar bin.
Sexer Elîka bang li gelê herêmê kir ku divê her kes maskan bikarbîne, ji deverên kombûnan dûr bisekinin û ji bo paqijiya xwe hişyar bin.
Li gorî daneyên dawî ya Desteya Tendrustiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku heta niha hejmar gihaştiye 21 hezar û 312 kesî û hejmara miriyan bû 798.