HPG: Divê gelê me baweriya xwe bi nûçeyên derew neyne

HPG’ê derbarê nûçeyên ku îdia dikin li ser rêya Sîdekanê bombe hatiye bi cih kirin got, “divê gelê Kurd û bi taybetî gelê herêmê ji van nûçeyên derew bawer neke.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê mijarê de daxuyanek weşand.

HPG’ê diyar kir ku hin dezgehên çapemeniyê û hesabên medya dîjîtal îdîa kirin ku PKK’ê bombe li ser rêya bingehîn a Sîdekanê bi cihkiriye û wiha got,

“Ev nûçeyên hatine weşandin nûçeyên bi zimanê medya şerê taybet hatine amadekirin û nûçeyên şaş û derewîn in. Dost û dijmin her kes zane ku hêzên me yên gerîla ti carî nekeve nava hewldaneke bi vî rengî ya li hemberî gelê xwe. Nûçeyên bi vî rengî yên derewîn ên li dijî tevgera me, xizmetê ji armancên provokatîf dikin.”

HPG’ê hişyarî da ku divê dest ji hewldanên bi vî rengî bê berdan ku ne li gorî berjewendiyên gelê kurd e û got,

“Bila gelê me û bi taybetî jî xelkê herêmê baweriya xwe bi nûçeyên wiha derewîn û provokatîf neyne.”

Back to top button