Nivîskar-lêkolîner Îkram Îşler diyar kir ku komkujiyên ku li Geliyê Zîlan dest pê kirin hê jî dewamin û got:
“Kurd ji dema Lozanê ve tên kuştin û feraseta komkujer hê jî wekî berê ye.”
Bi ser Komkujiya Geliyê Zîlanê re 93 sal derbas dibin.
Di 13’ê Tîrmeha 1930’yî de li herêma Geliyê Zîlan a Erdîşa Wanê bi deh hezaran kurd di komkujiyê re derbas bûn.
Bi giştî 44 gund hatin şewitandin û kesên ji komkujiyê xelas bûn jî hatin sirgûnkirin.
Têkildarî mijarê lêkolîner-nivîskar Îkram Îşler ku bi navê” Dosyeya Zîlanê” du cild pirtûk weşandin axivî.
Îkram Îşler: Ên li vir komkujiyê dikin, ji aliyê Enqereyê ve hatine erkdarkirin
Îkram diyar kir ku bi destpêkirina Serhildana Agiriyê re derdora bajêr bi 90 hezar leşkerî hatibû dorpêçkirin û ev tişt anî ziman:
Şerê ku li Erdîşê dest pê dike, bi sewqiyateke zêde ya dewleta Tirk dest bi qirkirinê tê kirin.
Paşê berxwedêr ji bêgavî vedikişin û welatî bêxwedî dimînin.
Ên li vir komkujiyê dikin, ji aliyê Enqereyê ve hatine peywirdarkirin.
“Komkujiya ku li Zîlanê dest pê kir li sûr, geverê dewam kir”
Îkram anî ziman ku komkujiyên li hemberî kurdan hê jî didomin û got:
“Komkujiya ku li Zîlanê dest pê kir li Sûr, Geverê dewam kir.
Her ku kurd tune bên hesibandin, dê ev komkujî bidomin.
“Kurd ji dema Lozanê ve tên kuştin û feraseta komkujer hêj wekî berê ye”
Îkram di dawiyê de diyar kir ku, Kurd ji dema Lozanê ve tên kuştin û polîtîkaya tunehesibandinê heye û got:
“Bi salane zimanê kurdan û jiyana wan hatiye qedexekirin.
Feraseta komkujiyan her wekî berê didome.
Kurd her tim behsa aştiyê dikin, lê belê feraseta komkujer a desthilatê niha bi şiklekî didin didome.”



