Li bajarê Hesekê û gundewarên wê, av bi zehmetî tê peydakirin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî ji ber vê yekê, hişyariya rûdana kareseteke mirovî da.
Bi milyonan şêniyên bajarên Heseke, Til Temir û gundewarên wan, ji ber qutbûna avê, ber bi bobelatekê mezin ve diçin.
Xelk bi rêya seharîcan bi zorê avê peyda dikin û nexasim di mehên havînê de ev yek jî gelek pirsgirêkên xwe hene.
Berdevka herêmî ya Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) Înas Hemam hişyariya bandora qutkirina ava Elok da.
Înas Hemam ji ajansa North Press re axivî û da zanîn ku Rêxistina Tenduristiya Cîhanî ji ber qutkirina avê di gel hatina germa havînê de, bi fikar e.
Înas daxwaza misogerkirina derbasbûneke ewle ji bo xebatkarên teknîkî û yên mirovî, da ku stasyona Elok dîsa bikeve xizmetê, kir.
Di gel bêdengiya navdewletî de, dagirkeriya Tirk ava Elok weke şantajê li dijî herêmên Bakur û Rûjhilatê Sûriyê bi kar tîne.
Destpêka vê meha Tîrmehê, Gerînendeya Avê ya Rêveberiya Xweser, Hesekê û gundewarê wê weke herêma karesetê ragihandibû.
Înas Hemam diyar kir, xelk ava bîr, sarîc û hwd. bikar tînin, lê çavdêriya vê avê nayê kirin û ji ber wê jî egera belavbûna nexweşiyên mîna Tîfo û Kolêra zêde dibe.
Sala 2019’an, dewleta Tirk û çeteyên xwe bajarê Serêkaniyê dagir kir û ji wê demê ve ava stasyona Elok a li Serêkaniyê kêm caran tê berdan.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek caran hewil da pirsgirêkê çareser bike û projeyeke alternatîf ji stasyona Elok re bibîne, lê heta niha ti encam tunene.



