Doza dijî rojnamegeran Kurd di roja 2. de li Amedê dewam kir

Di rûniştinê de rojanamegêrên girtî parastina xwe kirin û gotin: Zextên li ser çapemeniya kurd dê weke binpêkirina azadiyan li wan vegere.
Piştî parastinan şandeya dadgehê ji bo hemû rojnamegeran biryara tehliyeyê da.

15 jê girtî, bi giştî 18 rojnamegerên Kurd di 8’ê hezîrana 2022’yan de hatin binçavkirin û di 16’ê heman mehê de hatin girtin.

Rûniştina ewil a doza li dijî rojnamegeran li Dadgeha Amedê di roja duyemîn de dewam kir.

Di rûniştinê de rojanamegerên girtî parastina xwe kir.

Rojnamegerên girtî: Azadiya çapemeniyê li Tirkiyê di bin zextê de ye

Rojnamegeran diyar kir zextên li ser çapemeniya kurd dê weke binpêkirina azadiyan li wan vegere û got:

“Azadiya çapemeniyê li Tirkiyê di bin zextê de ye. Polîtîkaya heyî ji bo domandina van zextan e.”

Rojnamegerên ku 13 meh in dîlgirtîne bertek nîşanî îdia û tawanên dadger dan û xwest demildest werin berdan

Piştî parastina rojnamegeran, li şahidên eşkere û veşarî hat guhdarîkirin.

Şahidê veşartî rojnamegeran ji ‘çalakiyan’ nas dike!

Şahidê veşartî jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû.

Şahidê/a ku deng û dîmenên wî/wê hat guhertin navê rojnamegeran jê re hat xwendin û îdia kir ku hemû rojnamegeran nas dike.

Serokê dadgehê ji şahid pirsa “tu van ji ku nas dikî” kir û wiha bersiv da:

“Ez ji çalakî û şahiyên li Amedê tên lidarxistin nas dikim.”

Şandeya dadgehê ji bo 15 rojnamegerên girtî biryara tehliyeyê da

Piştî parastinan dozger xwest rojnameger girtî bên darizandin.

Lê di dawiya rûniştinê de şandeya dadgehê biryara xwe da û ji bo hemû rojnamegeran biryara berdana wan da.

15 rojnamegerên girtî yên Kurd bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Rûniştina doza rojnamevanên girtî

Back to top button