Weqfa Tunisê: Erdogan dixwaze Tunisê bikşîne nav şer

Weqfa Tunisê ya Parastina Mafên Mirovan hewildana Erdogan a kişandina Tunis ber bi şerê Lîbyayê ve şermezar kir û bang li hêzên navdewletî kir ku binpêkirina serweriya neteweyî ya dewletan rawestînin.

Di 25’ê Kanûnê de Erdogan bêyî agahdarkirinê serdana Tunisê kir da ku wê ber bi şerê Lîbyayê ve bikişîne û ji xwe re bike alîgirek.

Weqfa Tunisê ya Parastina Mafên Mirovan li dijî vê yekê daxuyaniyek da û diyar kir ku hemû nîşane eşkere dikin ku ev serdan ji bo ku Tunisê bikşînin nav şerê Libyayê pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin dewleta Tirk dixwaze aloziya di navbera welatên li herêmê de kûr bike û wan li dijî hev derbixe.

Waqfa Tunisê li dijî aligirên şer helwesta xwe ya aştî û mirovahiyê destnîşan kir û bang li rayedarên Tunisê kir ku nekevin vê xefka xebatên şer.

Waqfa Tunisê her wiha tevahî hêzên navdewletî yên ku destwerdana hundirîn li dewletan dikin şermezar kir û banga rawestandina destwerdana navdewletî kir.

Leave a Reply

Back to top button