Li Belerûsê hêrsa gel

Piştî ku hat gotin di hilbijartinên Belerûs de Alexsandr Lûkaşenko bi serketiye ki kolanan zêdeyî hefteyekê ye çalakiyên protestoyî dewam dikin.

Li paytext Minsk bi hezaran xwepêşandêr li dijî serokê dewletê Aleksander Lukaşenko kom bûn. Hêzên ewlekariyê jî li dijî xwepêşandêran tundîyê bikar tînîn.

Di destê wan de, sembolên sor-spî yên mixalefetê û daketine qadan.

Ji bo nîşandana xwepêşandêran weke aştiyane, di destê wan de jî gul hene.

Kesên di seyarên xwe de jî bi dengê tutikê, piştevaniya xwe diyar dikin.

Ev der paytexta Belarûs Minske.

Piştî hilbijartina 9’ê Tebaxê li welat û gumanên li ser hilbijartinê, rojane xwepêşandan li vir pêk tên.

Girseya gel jî bi çepika keyfxweşiya xwe ya ji bo wan nîşa didin.

Li vir hêrs, derketiye pêşiya tirsê.

Êdî mirov bêtirs dadikevin kolanan û xwepêşandanên aştiyane lidar dixin.

Lê tevî vê yekê jî di rojên derbasbûyî de polîsan tundiyek zêde li dijî xwepêşandêran bikar anî.

Hêzên taybet ku daketibûn nava bajar, bi zorê xwepêşandêr digirtin û ew dixistin maşîneyên leşkerî.

Dema dunya dibe şev jî tundiya li vir zêdetir dibe.

Ev bûyerên tundiyê ku li welat çêdibin, Belerûsî bi hês kiriye.

Xwepêşandêr jî li cihê şev êdî bi roj di nava çalakiyên aştiyane de dadikevin qadan.

Xwepêşandanên ku jin pêşengtiya wê dikin, li çar aliyê welat, astekî bilindbûnê bixwere daye avakirin.

Ji bo şermezarkirina tundiya polîsan ya li ser gel, gelek cihên kar biryardan ku ewê dest bi grevê bikin.

Serok dewlet Aleksander Lukaşenko ku bi awayekî guman hefteya derbasbûyî careke din hat hilbijartin, di nava bertekên zêde de maye.

Lê ya xuya dike ti niyeta Lukaşenko ya destberdana ji deshilatê nîne.

Deshilata Lukaşenko dibe ku heta niha zextek bi vî awayî ji aliyê gel ve ne dîtiye.

Heta xebatkarên televsiona dewletê jî ragihandin ku wê sibe dest bi grevê bikin.

Herî dawî Lukaşneko doh bi wezîrên parastinê yên welat re civiya û xwest rojevê bi metisiya tatbîkata NATO ya li sînorê welat ve bide guhertin.

Beriya niha deshilatê bikaranîna hêzê bûbû sedema ku xwepêşandêr li welat belav bibin.

Niha jî pirsa ku li bersiva wê têgerîn, gelo Lukaşenko ji bo dest ji deshilatê bernede wê çiqas rîskê bide ber çavan?

Back to top button