Şêxên eşîrên Şedadê: Li dijî derxistina fitneyan hişiyar bin

Bertekên li dijî hewldanên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de, berdewam in. Li dijî van hewildanan, nûner û şêxên eşîreyên Şedadê anîn ziman:”Armanca hedefgirtina şêx û rûspiyan derxistina fitne, tevlihevî û têkbirina aramiya herêmê ye û dixwazin şêniyan li dijî QSD’ê sor bikin.”

Di demên dawîn de hin aliyên derve û di serî de aliyên girêdayî hikumeta Şamê û istixbaratên Tirkiyê hewl didin tevliheviyê li herêmê derxin.

Li dijî van hewldanan, Berdevkê eşîra El-Mehasin, ya Şedadê Ebdulqadir Şeban bertek nîşan da û sersaxî ji eşîrên Dêra Zorê re xwest.

Aliyên derve dixwazin fitneyê di navbera pêkhateyan de derxin û aramiya herêmê têk bibin. Me di berdêla vê aramiyê de xwîna bi hezaran şehîd daye. Ev şehîd ji hemû pêkhateyên herêmê ne.

Em dixwazin ewle û jiyanek bi rûmet bijîn.

Şêxê eşîra El-Meşahda Egla El-Hisên jî da zanîn “Aliyên hundir û derve bi rêya çeteyên xwe, plana vê fitneyê dikin.”

Em eşîreyên herêma başûrê Hesekê, sersaxiyê ji gelên Dêra Zorê re dixwazin.

Em gelên herêmê ji vê fitneya mezin ku destên gelek dewletên cîran û çeteyan tê de heye, hişyar dikin.

Her wiha nûnerê eşîreya El-Boimêra Menaf El-Reca jî teqez kir ku ew li pişta eşîrên Dêra Zorê û Hêzên Sûriya Demokratîk in.

Weke eşîreyên Şedadê heta dawî em ê axa xwe ji hemû çeteyên Erdogan û ji bilî Erdogan jî, rizgar bikin.

Erdogan ew çete bi pereyan kirîne .. Hemû DAIŞî ne û xwefiroş in.

Bê-esl in û civak wan qebûl nake.

Li dijî van çeteyan, QSD’ê beriya çend rojan dest bi pêngaveke ewlehiyê kiribû, di encamê de bi dehan endamên şaneyan girtin û ew bixwe li xwe mikur hatin ku amadekariya planên çeteyî dikirin.

Back to top button