Şaredariya Hesekê dest bi sererastkirina peyarêyan kir

Şaredariya Gel a Hesekê dest bi sererastkirina peyarêyên li ser rêya sereke ya bajêr kir. 

Hevserokê Şaredariya Gel a Hesekê Beşar Ehmed destnîşan kir ku ev proje ji Çerxerêya Şehîd Arîn Mîrkan a li taxa Mişêrfê ber bi Çerxerêya Şehîd Delîl Cûdî ya li taxa Nasira ve dest pê kiriye.

Ehmed eşkere kir jî ku xetên çirayên li nava kolanan jî tên sererastkirin.

Hevserokê Şaredariyê di dawiyê de, bang li şêniyan kir ku li paqijiya bajarê xwe miqate bin.

Back to top button