
Di 24 saetên dawî de li Slêmanyê 8 kedên din bi Coronayê ketin
Ji ber belavbûna vîrûsa Corona rewşa metirîsdar a li herêma Başûrê Kurdistanê didome.
Wezareta Tendirustî ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyek ragihand li Silêmaniyê 8 kesên din bi virûsa Coronayê ketin.
Hate gotin ji kesên bi vîrûsê ketine 5 ji wan jin in.
Li gora vê li Herêma Kurdistanê heya niha 475 kes bi virûsê ketine.