ERDOGAN GEFA ÊRÎŞEKE NÊZ LI BAKURÊ SÛRÎ XWAR

Serokkomarê dewleta tirk a dagirker Erdogan ku di hilbijartinê de winda kiriye, careke din gefa dagirkirina bakur û rojhilatê Sûrî xwar.
Erdogan got,
Di demeke kin de emê ne bi gortin, bi êrîşekê li ser bakurê Sûrî nîşanî herkesê bidin ka em çi dixwazin.

Serokê AKP’ê Erdogan di dema vekirina navendeke Daîreya Tevgera Taybet de axivî.

Erdogan got,

Ew kesên ku dixwazin çongên me bi avakirina korîdorekê daynin, me bi tevgera xwe nîşan wan da ku ew nikarin.

Ew kesên ku heta niha di wan senaryoyan de bi israrin, bê bîbnin ku di demek nêz de bi zimanê ku ew fam dikin em ê bersivê bidin wan.

Serokkomarê dewleta tirk a dagirker bi vê yekê diyar kir ku ew di nava amadekariyên êrîşeke li ser bakur û rojhilatê Sûrî de ne.

Erdogan yê ku di hilbijartinê de derbek mezin xwar, ji bo şkestina xwe veşêre careke din dest bi gefxwarinê kir.

Di dema civîna li Moskovayê jî Erdogan disan gefa dagirkerina xaka Sûriyê xwaribû.

Leave a Reply

Back to top button