Hezaa Mihemed: Dixwazin demografiya herêmê biguherin

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Girê Spî dibêje:
Çete li wan herêmên dagirkirî bi hêsanî sûcan dikin.
Ji ber wê xelk neçar dimînin ku dev ji malên xwe berdin.
Û berê xwe didin herêmên Rêveberiya Xweser.

Li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de êdî jiyan zehmet bûye.

Kuştin, revandin, êşkencekirin û talankirin li wir tên kirin.

Wisa lê hatiye ku çeteyan ew dever kirine dojeh ji xelkê wê re.

Heta bi madeyên sereke yên jiyanî ji nan, av û sotemeniyê biha kirine.

Ji ber van sûc û kirinan xelkê neçar dibidin dev ji bajarê xwe berdin.

Û berê xwe bidin herêmênê Rêveberiya Xweser yên ewle.

Li gorî ANAH’yê di 3 mehên dawîn de 256 malbatên ji Girê Spî derketine.

Van malbatan ji bo ewlehiya xwe hatine herêmên Rêveberiya Xweser.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Girê Spî Hezaa Mihemed derbarê mijarê de axivî.

Hezaa dibêje: ”Li hermên dagirkirî sûcên ên li dijî şêniyan zêde dibin.

Armanc ew e ku xwecihên wan herêman bidin koçberkirin.

Demografiya herêmê biguherînin, çeteyan li wir bi cih bikin.

Û mal û milkên xelkê koçberbûyî li wan belav bikin.”

Mihemed behsa bêdengiya li hember van sûcan kir û ev tişt anî ziman:

”Çeteyên Tirkiyê li herêmên dagirkirî sûcan bi hêsanî dikin.

Ya ku rê dide vê yekê jî bêhelwestiya hêzên navneteweyî ye.”

Hezaa Mihemed: Koçber berê xwe didin Reqa û gundên wê

Mihemed der barê mekanîzmaya pêşwazîkirina koçberan jî ev tişt got:

“Li Kampa Til Semin a koçberên Girê Spî 6 hezar û 800 koçber dimînin.

Ev kamp êdî nikare hejmarek zêdetir pêwşazî bike.

Lewma koçberên nû ji wan herêman tên berê xwe didin Reqa û gundê wê.

Di navbera wan û malbat û eşîrên Reqayê de têkiliyên xizmtiyê hene.

Bi wê yekê dikarin pêdiviyên xwe yên jiiyanî pêşwazî bikin.”

Back to top button