Pakîze, Fatma û Sêvê bûn sembola têkoşîn û berxwedanê

Di ser qetilkirina jinên kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar li Silopiyayê re 6 sal derbas bûn. Heta niha kujer nehatin darzandin û tu lêpirsîn nehatine dest pê kirin..Xizm û hevalên her sê jinên têkoşer gotin: Ruhê Sêvê, Pakîze û Fatma yê berxwedêr li her dera Kurdistanê ye.”

Di 14’ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve li navçeya Silopiya ya ku 100 hezar nifûsa wê heye destpêkir 37 rojan bênavber dewam kir.

Di qedexeya derketina derve de 68 kes hatin kuştin.

Di 4’ê Çileya 2016’an de 3 siyasetmedarên jin ên kurd ên piştî daxuyaniya ji bo valakirina taxê ji Taxa Karşiyakayê derbasî taxa Yeşîlyurdê bûn, hedef hatin girtin.

Endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, endama Kongereya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka Meclisa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir, li taxa Yeşîlyurdê di encama gulebarana ji wesayita zirxî de jiyana xwe ji dest dan.

Her sê jinên siyasetmedar li pêy xwe têkoşîneke mezin hiştin. Bûn sembola têkoşîn û berxwedanê.

Malbatên her sê jinên siyasetmedar têkildarî kesayet û têkoşîna wan wan nirxandin kirin.

Dayika Pakîze, Behiye Nayir, bal kişand ser kesayetiya Pakizeyê

Dayê Behiye, da zanîn ku di şerê Kobanê gelek bandûr li ser Pakîze kir û êdî tevahî demê xwe li partiyê derbas dikir.

Behiye Nayir: Ger edalet pêk bê dê hemû pirsgirêk çareser bibin

‘Em ê daxwaza xwe ya edaletê her tim bînin ziman’

Dayê Behiye,teqezkir ku ewê her dem daxwaza xwe ya edaletê binin ziman û balkişande ser zextên li girtîgehên tirkiyê û got;

Ger edalat pêk bê dê hemû pirsgirêk jî çareser bibe.Divê hemû malbat xwedî li zarokên xwe derkevin.”
Dayika Fatma Hatîce jî balkişand ser kesayeta Fatma û da zanîn ku hîn di temenek biçûk de dest bi xebatên partiyê kir.

Hatice Uyar daxwaz kir ku zilma ku li ser kurdan tê meşandin di demek nêz de bi dawî bibe.

Sakîne Demîr, jî da zanîn ku Sêvê xwedî xeyalên mezin û bi van gotinan behsa keça xwe kir;

Sakîne destnîşan kir ku keça wê tu carî serî netewandiye û bi taybetî di nav têkoşîna jina kurd de pir çalak bûye

Sakîne Demîr, da zanîn ku Sêvê doza azadiya Rêber Apo, axa xwe, nasname û zimanê xwe dikir.

Back to top button