Leşkerên Tirk du ciwan ji Sîdekanê ya Başûr revandin û birin Tirkiyê

Piştî ku ewqas baragerên xwe lê ava kirin, niha jî ciwanên ji Başûr digire û direvîne. 30’ê Kanûnê 2 ciwan ji bajarokê Sîdekanê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin revandin. Hat ragihandin ku herdu ciwan niha li Tirkiyê girtî ne.

Tirkiyeya dagirker li Başûrê Kurdistanê mîna ku deshilat e û li ser axa xwe tevdigere.

Baragehên xwe li Başûr ava kirin û bi rêya wan her tiştî dike.

30’ê Kanûna 2021’ê bûyereke ku vê gotinê piştrast dike, rû da.

Leşkerên Tirk li bajarokê Sîdekan a bi ser Biradostê ve 2 ciwan revandin.

Ev ciwan Ekrem Xelîl Zikrî û Zêdan Nebî Mistefa ne.

Herdu jî ji gundê Dayla ya bajarokê Sîdekanê ne.

Herî dawî ajansa Rojnews’ê ragihand leşkerên Tirk herdu ciwan birine Bakurê Kurdistanê.

4 roj li ser buyerê re derbas dibin, heta niha Hikumeta Başûrê Kurdistanê ti helwest nîşan nedaye.

Seed Sultan: Li hemberî sûcên dewleta Tirk divê hikûmeta Iraqê bi erka xwe rabe

Derbarê mijarê de, Pisporên Ewlekarî yên Iraqê ji ajansa Rojnêwsê re axivîn û qala metirsiya êrişên dagirkeriyê û revandina ciwanan a ji aliyê dewleta Tirk ve kirin.

Ji wan yek pîsporan yê bi navê Seed Sultan axivî û destpêkê îşaret bi zêdêbûna baregehên dewleta Tirk yên li herêmê kir.

Sultan bi taybetî bal kişand ser baregên Tirkiyê yên li li Başikayê û diyar kir Tirkiyê beşek ji Beşiqa dagirkiriye.

Sultan têkildarî baregehên Tirkiyê yên li herêmê ji Iraqê xwest banga civînê li Desteya Asayîşê bike.

Sultan derbarê revandina ciwanên Kurd yên ji aliyê dewleta Tirk ve jî got:

“Ev nîşanek metirsîdare, piştî dewleta Tirk bi balafiran xelkê sivîl dike armanc, niha jî dest bi revandinê dike.”

Sultan eşkere kir ku li dijî sûc û binpêkirinên dewleta Tirk Wezareta Derve ya Iraqê bi erkê xwe ranabe û bang li hikûmeta Iraqê kir erka xwe bi cih bîne.

Li ser heman mijarê Pisporê Ewlekariyê ê Iraqê Sefa Esem jî da zanîn Tirkiye ji sala 2014’an ve ketiye nava axa Iraqê û bi sûc û binpêkirinên xwe bandorekî neyînî li ser ewlekariya Iraqê dike.

Back to top button