Banka Cihanî ji ber krîzê Tirkiye hişyar kir

Piştî Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) Banka Cîhanî jî derbarê daketinên rezervên Bankaya Navendî de Tirkiye hişyar kir.

Bankaya Cîhanî, Rapora Şopandina Aboriya Tirkiyê ku nirxand, hêviyên derbarê geşedanên rojane yên aboriyê têde cigirin weşand.

Bankayê pêşdîtinek kir ku wê aboriya Tirkiyê mîna sala 2010’an bi biçûkbûna ji sedî 3.9’an temam bike.

Bankayê, derbarê daketinên rezervên Bankaya Navendî (TCMB) de Tirkiyê hişyar kir û da zanîn ku ev zextên li ser fînansmana derve û bazarê zêde dike.

Di demên dawiyê de lîreyê tirkiye li pêşberî dolarê Amerîkî nirxê xwe yê herî kêm dît.

Vê yekê jî raste rast bandor li aboriya civakê û çîna hejar ya li welat kir.

Back to top button