Belgefîlmeke nû: Rojava, Kurd, dewleta Tirk û DAIŞ

Belgefîlma “Rojava, Kurd, dewleta Tirk û DAIŞ” a li ser hevkariya dewleta Tirk a bi çeteyên DAIŞ’ê re û gefa DAIŞ’ê ya ku didome wê were weşandin.

Derhêner Kawa Akrawî û rojnamevan Gulan Akrawî ji bo şopandina rewşa herêmê hatin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Kişandina belgefîlm di Îlona 2021’an de dest pê kir.

Di belgefîlmê de derhêner Kawa Akrawî balê dikişîne ser berxwedana jinên Kurd û QSD’ê.

Gulan Akrawî jî diyar kir ku di belgefîlmê de ew li ser gef, êrişên dewleta Tirk ên rasterast sivîlan dike hedef jî sekinîne.

Di belgefîlmê de bal tê kişandin gelê ku li Rojava dijî rasterast di bin gefa dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê de ye.

Her wiha di belgefîlmê de, bal tê kişandin ser xetereyên girtîgeh û kampên ku endamên DAIŞ’ê tê de ne.

Belgefîlm wê îro di saet 22:15’an de li ser “Die Story” ya di kanala WDRê de were weşandin.

Back to top button