7 Welatî li Efrîn hatin revandin ji wan tenê yek hate berdan

Çeteyan 7 welatî revandin û yek ji wan jî li hember 2500 dolarî berda.

Efrîn POST ragihand ku çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî 7 welatî li Efrînê revandin.

Ev welatî jî bi behaneya ku di dema Rêveberiya Xweser de erka xweparastin kirine hatine revandin.

Efrîn POST diyar kir ku ji wan tenê welatiyê bi navê Mihemed Ibêd piştî dayîna 2500 dolarî hate berdan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku kiryarên bi vî rengî rojane li Efrînê têne kirin, ew jî ji bo koçberkirina welatiyên mayî ye û girtina pereyan e.

Back to top button