Amerîka.. Ji ber şewaê 11 hezar kes ji qadê hatin derxistin

Li eyaleta Kalîforniyayê ya DYA ji 6’ê Îlonê ve agir bi daristanê ketibû.
Di vê şewatê de herî kêm 16.500 hektar qad şewitî.
Ji ber rewşa li herêmê, herî kêm 11 hezar kes neçar man malên xwe biterikînin.

Li ser rêya Mosqoîto ya girêdayî navçeya Placer a li bakurê Kalîforniyayê di 6’ê Îlonê de agir bi daristanê ketibû.

Ji ber şewatê 16.500 hektar daristan bû xwelî.

Şewatê bandor li 6 hezar xaniyan kir û herî kêm 11 hezar kes neçar man malên xwe biterikînin.

Tê diyarkirin heta niha bi tenê ji sedî 10’ê şewatê hatiye tefandin û dibe ku şewat bandorê li navçeyên din ên li qadê bike.

Ewropa ..750 hezar hektar daristan şewitî 

Serê welatên Yekîtiya Ewropa jî bi şewatê re di nava belayê de ye.

Ji 1’ê Çile heta 3’ê Îlonê li welatên YE qadeke ya bi qasî 750 hezar hektar daristan bû xwelî.

Ev dane li gorî 2021’an nêzî 3 qat zêde bûye.

Back to top button