Kombûna Jinan a Zenûbya êrişên dewleta Tirk û dorpêça hikumeta Şamê şermezar kir

Kombûna Jinan a Zenûbiya û Partiya Sûriya Pêşerojê tecrîda li ser rêber Apo ,dorpêça li ser taxa Şêxmeqsûd û lêkirina dîwar di navber Şengal û Rojava de şermezar kirin.

Kombûna Jinan a Zenûbiya Ya bajaroka Hecînê ya Dêrazorê derbarê Lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de, êrişên li ser herêmê û hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk daxuyanî da û wiha got:

Kombûnê dorpêça hikumeta Şamê ya li ser Şêxmeqsûd , her wiha tecrîda giran a li ser rêber Ocalan û bêdengiya Cîhanê li hember van kirinan şermezar kir û piştgiriya xwe ya Şengalê re jî nîşan da..

Partiya Sûriya Pêşerojê: Kirinên hikûmeta Şamê nikare hevgirtina me lewaz bike

Li aliyekî din Partiya Sûriya Pêşeroj jî diyar kir ku di demekê de herêm û Sûriyê di rewşeke aborî zehmet re derbas dibe hikûmeta Şamê jî taxa Şêxmeqsûd dorpêç kiriye.

Partiyê da zanîn ku bi hezaran kes ji ber şer koçber bûne û li her du taxan bi cih bûne û wiha got:

“Hikûmeta Şamê bi van kirinan nikare hevgirtina me lewaz bike.

Partiyê di dawiyê de bang li civata navnetewî kir ku rê li hember siyaseta birçîkirinê bigre.

Back to top button