Dewleta Tirk a qirker careke din rûyê xwe yê rast nîşanî cîhanê kir. Komkujiya dewleta Tirk li Zaxo pêk anî, di qada navdewletî de rastî bertekên tund hat. Ji Îran, heta Misir, Almanya û Amerîka daxuyaniyên şermezarkirinê hatin dayîn.
Komkujiya dewleta Tirk li Zaxo pêk anî, di qada navdewletî de rastî bertekên tund hat.
Îran: Divê rêz li serweriya Iraqê were girtin
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk şermezar kir.
Kenanî piştevaniya xwe bi malbatên qurbaniyan, hikumet û gelê Iraqê re ragihand û teqezî bi girîngiya “îstiqrar û ewlehiya Iraqê” kir.
Misir û lîga Erebî êrişa dewleta Tirk şermezar kirin
Wezareta Karê Derve ya Misir û Komkara Erebî jî bi daxuyaniyên cuda êriş şermezar kir.
Wezareta Karên Derve ya Misirê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û êriş weke destdirêjiya li dijî xaka Iraqê binav kir.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ebû El-Xeyt, Cemal Ruşdî got, “Em êrişên dewleta Tirk ên li dijî serweriya Iraqê red dikin.
Ew êriş binpêkirina qanûnên navneteweyî û rêgezên cîrantiya baş in.”
Amerîka: Divê qanûnên parastina sivîlan werin pêk anîn
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price bi daxuyaniyekê got: “Qetilkirina sivîlan nayê qebûlkirin.
Divê hemû dewlet li gorî qanûnên navneteweyî pabendîbûna xwe a parastina sivîlan pêk bînin.”
Almanya: Êrişa li dijî sivîlan bi ti awayî nayê pejirandin
Wezareta Karên Derve ya Almanaya jî li ser bûyerê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Wezaretê di daxuyaniyê de wiha got: Êrîşên li dijî sivîlan bi ti awayî nayê pejirandin.
Almanya rêz û giringiyek mezin dide serweriya Iraqê û hiqûqa navneteweyî.
Hikumeta Berlînê xwest berpirsyar bêne eşkerekirin.