Kemal Reûf: Deshilata Başûrê Kurdistanê dagirkeriya Tirkiyê rawa dike

Rojnamevan û Çavdêrê Siyasî Kemal Reûf diyar kir ku desthilata başûrê Kurdistanê, dagirkeriya dewleta Tirkiyê rewa dike.

Rojnamevan û Çavdêrê Siyasî Kemal Reûf da zanîn ku di êrîşên Tirkiyê de piranî xelkê sivîl tên hedef girtin û got:

“Em bi fikarin ku hikûmeta Başûr bê helweste.

Dema ku helwest nîşan dide jî bi awayekî piştgiriya dewleta Tirkiyê ya dagirker dike yan jî êrişan rewa dike.

Diviyabû ku hikûmeta Başûr herî kêm qurbanî û xwîna van welatiyên ku bûne hedefa êrişan, parastiban. ”

Kemal Reûf di dewamê de da zanîn ku zêdetirî 70-72 baregehên leşkerî yên dewleta Tirkiyê di nava başûrê Kurdistanê hene ku bi mantiqa dagirkeriyê hatine avakirin û wiha adomand:

” Rewakirina êrişan, rêznegirtina li serweriya xak û rûmeta gelê Kurde, heta rêznegirtina li xwe ye ku bi vî awayî destûr dide û piştgiriya wan dike.

Mafê me ye ku weke rojnamevan û xelkê vî welatî, weke her kesê ku rêzê lê digirin, nerazîbûna xwe li hember helwesta hikûmeta başûr ya li hember zîhniyeta şovenîst bînin ziman.”

Back to top button