Dr. Kamûran Berwarî: Şoreşa 19`ê Tîrmehê hêvî da tevahî gelê Kurdistanê û Rojhilata navîn

Der barê salvegera Şoreşa 19’Ê Tîrmehê de Dr.Kamûran Berwarî dibêje:
Şoreşa Rojava hêûvîda tevahî gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn û piştrast kir ev şoreş yek ji şoreşên herî pîroz di dîrokê de ye.
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş jî da zanîn ku Şoreşa Rojava çareseriyên nûjen pêşkêşî tevahî mirovahiyê kirin.

Bi boneya salvegera 10. Şoreşa 19’ê Tîrmehê Serokê Akademiya Siyasî û Fikira Demokratîk li Başûrê Kurdistanê Dr.Kamûran Berwarî ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.

Kamûran Berwarî da zanî ku şoreşa Rojava hêviyek da gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn.

Kamûran Berwarî da zanîn ku ev şoreş li ser bingehekî rast û dûrî berjewendiyên partî an kesayetî dest pê kir.

Kamûran Berwarî dawiyê piştrast kir eger şoreşa Rojava were têk birin wê aloziyên cîhanê kûrtir bibin.

Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş: Şoreşa Rojava çareseriyên nûjen pêşkêşî tevahî mirovahiyê kirin

Siyasetmedarê Kurd û parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş jî diyar kir ku Şoreşa Rojava çareseriyên nûjen pêşkêşî tevahî mirovahiyê kir û girîngî da rola jin û ciwanan.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş tekez kir şoreşa Rojava cewherekî mezin e û dikare yekitiya civakî ya bêsînor ava bike.

Back to top button