Vê sibehê dewleta Tirk navendeke ewlekariyê ya hêzên hikumeta Şamê li Til Rifetê bobmebaran kir.
Seetên sibehê dewleta Tirk êrişî navendeke hêzên ewlekariyê ya hêzên Hikumeta Şamê kir.
Der barê ziyanan de agahiyên berferheh bi dest neketin.
Dewleta tirk gundê Mihsenlî bi 9 topan kir armanc
Şevê din jî gundekî Minbicê jî rastî êrişên dewleta Tirk hat.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand dagirkeran gundê Mihsenlî yê bakurê bajarê Minbicê topbaran kir.
Navendê eşkere kir di êrişê de 9 top li nêzî malên sivîlan ketin û zirar li mal û milkên wan bû.