Ehmed Ebû El-Xeyz: Normalkirina peywendiyan li gel Israîlê bandorê li yekîtiya Ereb nake

Ragihandina Peymana Aştiyê di navbera dewletên Ereb û Îsraîlê de yek ji rojeva germ yên li Rojhilata Navîne.

Sekreterê Komkara Erebî got, normalkirina peywendiyan bandorê li yekrêziya Erebî derbarê doza Filistînê de nake.

Li hemberî peymana aştiyê serokwezîrê Filistînê bi zimanekî tund ev gav şermezarkir û diyar kir ku komkara Erebî nemaye, em têkiliyên xwe yên bi vê saziyê ji nûve di berçavan re derbas dikin.

Li Rojhilata Navîn pêşketinên nû û balkêş derdikevin holê.

Bi ragihandina peymana aştiyê di navbera hinek welatên Ereb û Israîlê re herêm ber bi qonaxeke nû ve diçe.

Vê sibehê Sekreterê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyz li navenda Komkara Erebî li Qahîreyê axivî û wiha got;

Normalkirina dewletên Ereb peywendiyên xwe li gel Îsraîlê ne li ser hesabê doza Filistînê ye.

Ji bo ku aştî li herêmê pêk were divê dagirkeriya Israîlê ji erdên Filistînê re bi dawî bibe.

Lihevkirinên dawîn ên dewletên Ereb bi Israîlê re bandorê li nêrîn û helwestên welatên Ereb li hemberî dagirkeriya Israîlê ji Filistînê re nake.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di civîna 9’ê Îlonê de dewletên Ereb li ser bidawîkirina dagirkeriya Israîlê ji erdên Filistînê re li hev kirin.

13’ê Tebaxê Imarat û Israîlê peymana aştiyê ragihandin.

Filistînê derbarê vê lihevkirinê de projebiryara redkirina vê peymanê rakir komkara Erebî.

Lê belê lihevkirineke giştî li ser redkirina peymana aştiyê çênebû.

Serokwezîrê Filistînê di vê derbarê de roja Duşemê bi hêrs balkişand ser bêbandora komkara Erebî û wiha got;

Saziya Komkara Erebî têk çûye. Em ji nû têkiliyên xwe bi vê saziyê re di ber çavan re derbas dikin.

11’ê Îlonê jî Behran li gel Israîlê peymana aştiyê ragihand.

Tirkiyê ji welatên Ereb bêtir ji vê gavê bi hêrs bû û bertek nîşan dan. Lê belê êdî hemû dewletên Ereb dizanin ku Tirkiyê bazarê bi doza Filistînê dike.

Ji ber vê yekê gotina Erdogan bi wîç ma û ti bandor li derdorê nekir.

Sibe wê şahiya îmzekirina peymana normalkirina peywendiyan di navbera Imarat-Israîlê û Behrayn-Israîlê li koîka Spî were lidarxistin.

Back to top button