Li Qamişlo cenazeyê şehîdê TEV-DEM’ê Cemîl Hebîb hat veşartin

Şêniyên Qamişloyê cenazeyê endamê TEV-DEM’ê Ş. Cemîl Hebîb li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmekê spart axê.

Endamê TEV-DEM’ê Cemîl Hebîb dema li ser karê xwe bû, roja 14’ê Tebaxê di encama krîza dil de şehîd bû.

Cenazeyê Ş. Cemîl Hebîb îro bi merasimekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ji aliyê şeniyên Qamişlo ve hate veşartin

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Emîn axivî.

Mihemed Emîn da zanîn Ş.Cemîl di sala 1985’an de bi naskirin Rêber Apo re ji bo rizgariya Kurdistanê kar kir û got:

Ş. Cemîl roleke girîng di tevahî saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser de lîst û mînaka welatparêzî û yek sembolên girîng e.”

Bi navê malbata şehîd Cemîl, kurê wî Eqîd Hebîb jî ev tişt anî ziman;

“Bavê min her tim behsa şehadetê û wateya wê ya mezin dikir.

Vaye tev li karwanên nemiran bû ku hêviya wî ya herî mezin bû.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd Cemîl Hebîb hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Back to top button