Hêz û çeteyên dewleta Tirk a ku ji nirxê mirovahiyê para xwe negirtiye li her deverê dest davêje jinên Kurdan
Hat ragihandin ku li Elbakê Wanê cerdevanêdest dirêjî jinekê kir.
Hat diyarkirin kesek ku li gundekî navçeya Elbak a Wanê cerdevan e, dest dirêjî jinekê kiriye.
Bûyer piştî jinikê giliyê cerdevan kir derket holê.
Bi gilîkirinê re cerdevan B.A. hat binçavkirin û leşkeran ew biriye Qereqola Cendirmeyan a Kopruagziyê.
Lê derket holê ku zor li malbata jina rastî destdirêjiyê hatiye kirin ku dest ji gilîkirinê berdin.
Hêjayî gotineyê li herêmên ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin rojane sûc û bêexlaqiyên bi rengî rû didin
Di serî de li Efrîna dagirkrî leşker û çeteyên dewleta Tirk di nav de zarok jî destdavejin gelek kesan
Ev polîtîkaya dermirovî bi dehan salane bi awayekî zanebûn ji aliyê dewleta Tirk ve li Kurdistanê tê meşandin.