Dewleta Tirk 500 darên zeytûnê birîn

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 500 darên zeytûnê li navçeya Şerayê birîn. Li gel wê jî agir bi daristanên çiyayê Hawarê yê Recoyê xistin. Her wiha şûnwarên dîrokî û gora Mermeron ên li gundê Beradê yê Şêrewa talan dikin.

Talan û wêrana xwaza û dîroka Efrînê didome.

Di vê çarçoveyê de, malpera Afrîn Post birîna 500 darên zeytûnê û bi sedan darên sindiyanê li navçeya Şerayê belge kir.

Li gorî wê çete darên zeytûnê yên şêniyan bêserûber dibirin û her tonek dar bi sed û 15 dolarî difiroşin.

Malperê da zanîn jî ku çeteyên dewleta Tirk 300 dar li gundê Qizilbaşa yê navçeya Bilbilê û bi sedan dar jî li gundê Zehrê yê heman navçeyên birîn.

Çeteyan daristanên Çiyayê Hawarê şewitandin

Tevî vê jî kela dagirkeran hênik nebû, li gel wê jî agir bi daristanên çiyayê Hawarê yê Recoyê xistin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tir di 26’ê Îlonê de agir berdan daristanên çiyayê Hawarê yê Recoyê û ji çar aliyan ve daristan bi temamî şewitandin.

Çete gora Mermeron a pîroz dikolin

Dijminahiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî dîroka Efrînê jî li dar e.

Heman rêxistinê eşkere kir ku çeteyên dewleta Tirk şûnwarên dîrokî yên li gundê Beradê yê Şêrewa yên ku vedigerin serdema Kilesîkiyê, talan dikin.

Li gundê Beradê li gel şûnwaran, gora Mermeron a pîroz jî li wir e..

Di vî dîmenî de jî xuya dibe ku hem gor û hem jî şûnwarên li gund bi temamî hatine kolandin û talankirin.

Back to top button