Salih Muslim: Dewleta Tirk nikare sekeftina Kobanê daqurtîne

Endamê Konseya Rêveber a Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim der barê terora dewleta Tirk a li dijî HDP’ê axivî û teqez kir ku dewleta Tirk nikare serkeftina Kobanê daqurtîne, ji lew re êrîşî demokrasiyê dike. Muslim diyar kir jî ku bi êrîşên dewleta Tirk ên vê dawiyê jî re, dibe şerekî navxweyî rû bide.

Endamê Konseya Rêveber a Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim der barê operasyona qirkirina siyasî ya li dijî parlamenterên HDP’ê, çalakvan û saziyên jinan de axivî.

Muslim diyar kir ku dewleta Tirk bi van şêwazên hovîtiyê, dixwaze gelê Kurd û demokrasiyê tune bike.

Salih Mislim destnîşan kir jî ku hêza herî mezin a ku pêşengiyê ji demokrasiyê re dike, HDP’ê ye, ji ber vê yekê desthilatdar radibin û rûdinin êrîşî HDP’ê dikin.

Muslim dibêje:

Berxwedana Kobanê ji dagirkeran re bûye kul, ku vê serkeftinê nikarin daqurtînin.

Dewleta Tirk di çarçoveya planên qirkirinê de, şerê xwe li hember Kurdan nedaye sekinandin ku bi kuştin, girtin, êşkencekirin û şewitandina gundan re, êrîşên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê berdewam dike û bi rêya van êrîşan, dixweza ku DAIŞ’ ji nû ve ava bike.

Ji bo êrîşên dewleta Tirk ên vê demê jî, Salih Muslim teqez kir ku dibe ev yek şerê navxweyî bi xwe re bîne û di serî de Kurd wê bibin armanc.

Endamê Konseya Rêveber a Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim di dawiyê de anî ziman ku “divê çavê gelê Kurd vekirî bin û deskeftiyên ku hatine bidestxistin werin parastin”.

Back to top button