UNAMI: Ji ber rewşa li Şengalê em bi fikar in

Komîsyona Alîkariyê ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) derbarê êrişên artêşa hikûmeta Kazimî yên li ser Şengalê de dibêje ew ji ber êrişan bi fikar in, divê ewlehiya Şengalê di ser her tiştî re be.

UNAMI’yê derbarê êrişa artêşa Iraqê ya li ser Şengalê de li ser hesabê xwe yê Twîtter peyamek belav kir.

Di peyamê de tê gotin

“Em ji ber pevçûnên li Şengalê û bandora wê ya xirab a li ser welatiyên sivîl gelek bi fikar in.

Pêwîst e ewlehî û aramiya Şengalê di ser her tiştekî re be.

Wan di dema borî de gelek êş û zehmetî kişandine.

Ew hêjayê aştiyê ne bi saya desthilata dewletê.

Têkderên navxweyî û derve cihê wan li Şengalê nabe. “

Back to top button