Kombûna Jinan a Zenûbiya li Minbicê destdirêjiya li dijî jin û zarokan şermezar kir

Kombûna Jinan a Zenûbiya li Minbicê li dijî kiryarên hov ên li dijî jin û zarokan li Efrînê tên kirin de daxuyaniyek da.

Kombûna Jinan di daxuyaniya xwe de balkişand ser kirinên hovane yên li herêmên dagirkerî, dijî jinan tê kirin û got:

“Em sûcê hov yê ku bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî zarokan tên kirin bi tundî şermezar dikin.

Beriya vê destdirêjî li zarokek 10 salî, niha jî li zarokek 14 salî hate kirin.

Ev kiryar li ber çavên tevahî Cîhanê tê kirin, lê tu alî deng ji xwe nayne.

Kombûnê da xuyakirin ku di nava salekê de hezar jin hatin revandin, destdirêjî li 70 jinan hatiye kirin û di mehekê de jî, 25 kes hatin revandin.

Back to top button