Tevgera Xwendekarên Demokratîk li Qamişloyê di salvegera êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê de çalakiyek li dar xist.
Xwendekarên Zanîngeha Rojava û endamên Tevgera Xwendekarên Demokratîk li pêşiya Çerxerêya Efrîn a li rojhilatê Qamişlo kom bûn.
Di serî de xwendekaran û endamên tevgerê mûm pêxistin.
Piştre ji aliyê endama rêveberiya tevgerê Emûra Dilxwaz daxuyaniyek bi navê xwendekaran xwend.
Di daxuyaniyê de dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin û berxwedana 58 rojan a şervan û şêniyên Efrînê hat silavkirin.
Di daxuyaniyê de soza domandina têkoşînê heta rizgarkirina Efrînê hate dayîn.