Hîna jî dewleta Tirk a dagirker bêdengiya ku li cîhanê ji ber vîrûsa Coronayê rû dide weke derfet bi kar tîne û şandina karwanên leşkerî bo Idlibê dewam dike.
Herî dawî dewleta Tirk 15 maşîneyên leşkerî bi riya dergeha Kefer Losîn a sînorî derbasî herêmên bi navê ”Kêmşer” kir.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov diyar kir ku di van maşîneyan de alavên lojistîk ên leşkerî û dîwarên çemento hebûn.
Ji dema ragihandina agirbesta Putin-Erdogan li Idlibê, dewleta Tirk heta niha bi dehhezaran leşker û 2 hezar û 410 maşîneyên leşkerî derbasî Idlibê kirine.
Hêzên rejîma Sûrî jî hebûna xwe ya leşkerî li Idlibê zêdetir kiriye.
Çavdêr dibînin ku herdu alî xwe ji şerekî nû re amade dikin û ne dûr e ku ev şer havînê dest pê bike.