Koalîsyona Navdewletî, perwerdekirina leşkerên Iraqî rawestand

Bi rasthatina metirsiya vîrûsa Coronayê re, Koalîsyona Navdewletî, perwerdekirina leşkerên Iraqê rawestand. 

Berpirsekî payebilind ê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê, ji Ajansa Reutersê re ragihand ku ji ber metirsiya vîrûsa corona, wan perwerdekirina leşkerên Iraqê dane rawestandin.

Berpirsê Koalîsyonê got; “Hêzên Iraqê jî ji bo dûrî qerbalixê bikevin, perwerdekirin rawestadine.

Ji bo şerê li dijî DAIŞê, operasyonên Hêzên Koalîsyonê, ji 15ê Hezîrana 2014an li Iraqê dest pê kir.

Back to top button