Parêzeran têkildarî biryarên qedexeyê serî li dadgeha destûra bingehîn dan

Ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî ji Rêber Apo nayê girtin û dewleta Tirk her carê bi hêcetên cuda hevdîtina bi parêzer û malbata wî re asteng dike.
Parêzerên Rêber Apo têkildarî biryarên qedexeyê yên hatine dayîn, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan.
Desteya Parastina Rêber Apo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî sûcên dewleta Tirk ya di girtîgeha Îmraliyê de, belge kirin.

Zêdeyî saleke tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Her carê bi hêcetên cuda hevdîtinên bi parêzer û malbatê re tê astengkirin.

Têkildarî van cezayên navborî, Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a dewleta Tirk dan.

Di serlêdanê de bal kişandin ser rewşa agahînegirtinê ya giran ku weke “incommunicado” tê pênasekirin, û cureyeke îşkenceyê ye.

Parêzeran xwestin ku binpêkirina rêzgirtina li hemberî jiyana taybet û malbatî, mafê parastin û darizandina adilane û mafê serlêdana bibandor bên tespîtkirin.

Desteya Parastina Abdullah Ocalan: Dewleta Tirk mafên rêber Apo bin pê dike

Têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk yên li dijî Rêber Apo Desteya Parastina Birêz Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek weşand.

Desteyê sûcên ku dewleta Tirk li dijî rêber Apo pêk tîne û belgekirine, eşkere kirin.

Desteyê, diyar kir dewleta Tirk mafên rêber Apo bin pê dike û ev agahî dan.

  • Di navbera dozgeriyê û rêveberiya girtîgehan a Tirkiyê de têkiliyeke neyinî heye û pêkanîna desthilata mutleq dewam dike.
  • Rêzgirtina ji rûmetê re û danûstandina mirovî tune ye.
  • Rêbertî der barê mafên xwe de ne agahdar e.
  • Ji cîhana derve, nexasim ji hevdîtina malbat û parêzerê xwe bê par e.
  • Alîkariya parêzeran an jî peywendîya bi wan re li ser rêbertî hatiye qedexekirin.
  • Ji mafên tenduristiyê bê par e. Daxwazên rêbertî û parêzeran ên der barê vê yekê de tên paşguhkirin.
  • Hucreya wî, ji aliyê aliyên têkildar û yên serbixwe nayê kontrolkirin.
Back to top button