Şêniyên Şarezûr û Germiyanê: Divê hemû aliyên Kurd li dijî dagirkeriyê bibin yek deng û helwest

Li dijî êrîşên dewleta Tirk, bertek û nerazîbûn didomin. Şêniyên herêma Şarezûr û Germiyanê diyar kir ku lihevkirina 50 salî ya hikumeta Başûr bi Tirkiyê re, ji bilî ziyanê, ti sûdê nade.

Şêniyan da xuyukirin ku, dewleta Tirk ji welatiyên Başûrê Kurdistanê zêdetir sûdê ji xwezaya herêmê digire û kes ji bo me nabe bersiv.

Şêniyan her wiha da zanîn ku, sedema bêdengiya partiyên Başûrê Kurdistanê, berjewendiyên li gel dagirkeran e.

Şêniyên Şarezûr û Germiyanê ji bo derxistina dagirkeriya Tirkiyê bang li tevahî aliyên Kurd kir ku li dijî dagirkeriyê bibin yek deng û yek helwest.

Back to top button