Li Îranê di nava mehekê de zêdetirî 50 kes hatiye bi darvekirin

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku li Îranê di nava mehekê de zêdetirî 50 kesan bi hincetên cuda cuda hatine bi darvekirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê têkîldarî darvekirinên li Îranê daxuyaniyekê ragihand.

Rêxistinê diyar kir ku ji serê salê ve, ji bilî 4 xwepêşanderên hatîn darvekirin, zêdetirî 50 kesan ji aliyê desthilata Îranê ve hatine bi darvekirin.

Di daxuyaniya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di nava 26 rojên destpêkê yên sala 2023’an de 55 kes hatin bi darvekirin.

Her wiha li gorî bilançoyan di nava 3 heftiyên borî de 9 welatiyên Kurd li girtîgehên Îranê hatine bi darvekirin.

Hêjayî gotinê ye ku bi despêkirina serhildana li Îranê re dewleta Îranê bi hincetên cuda cuda lez daye darvekirina girtiyan.

Berî vê jî Navend û Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê diyar kiribû ku dewleta Îranê bi tometên madeyên hişber û bi zanebûn kuştinê, darvekirina girtiyan zêde kiriye.

Back to top button