Piştî şerê nêzî salekê li Ukrayna, ji Îsraîlê peyamek hikumeta Kîevê keyfxweş bike derket.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu got:
Em li ser şandina alîkariya leşkerî ya bo Ukraynayê dinirxînin.
Netanyahu di hevpeyvîneke ligel CNN a Amerîkî de, li ser pirsa hûn difikirin ku sîstema parastinê ya Kubbeya Hesin bidin Ukraynayê wiha got:
“Teqez ez vê yekê dinirxînim.”
Netanyahu bal kişand ser vê yekê ku Amerîkayê hin cebilxaneyên xwe şandine Ukraynayê û ev tişt anî ziman:
“Amerîka hin cebilxaneyên xwe ji vir şandin Ukraynayê.
Ez ê li vir detayan nebêjim; Îsraîlê li dijî hilberîna çekên Îranê yên ku li Ukraynayê tên bikaranîn, tedbîr girt.”
Yek ji pirsên herî zêde li benda bersivê jî êrişa hefteya dawî ya li Esfehanê bû.
Di êrişa li ser navendeke hilberîna cebilxaneyên Wezareta Parastinê ya Îranê balkişandibû ser Îsraîlê.
Serokwezîrê Îsraîlê yê ne êriş li xwe girt û ne jî redkirî wiha got:
“Ez qala operasyoneke taybet nakim.
Her cara ku teqînek li Rojhilata Navîn çêdibe, Îsraîl tê sûcdarkirin, an jî tê nîşandan.
Carinan em dikin, carinan nakin.”



