Şandeya Jinê ya navneteweyî li KE’yê li ser tecrîdê hevdîtin kir

Tevahiya Cîhanê ji rewşa rêber APO bi fkarin…. Şandeyek Jinê ya Navneteweyî, ji bo balê bikişîne ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan serdana Konseya Ewropayê kir. Her wiha jinên Bakurê kurdistanê banga tevlîbona gel li meşa 6 sibat ya li dijî Komploya Navneteweyî wê bê li darxistin kirin.

Şandeyek Jinê ya Navneteweyî ku ji aliyê Tevgera Jinê ya Azad a Kurdistanê ve hate birêxistinkirin, ji bo balê bikişîne ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan serdana Konseya Ewropayê kir.

Şandeyê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Şandeyê ragihandin ku di hevdîtinan de girîngiya ‘mafê hêviyê’ hatiye bi bîrxistin û wiha hat gotin:

Dewleta Tirk li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tevnagere.

Şande bi israr dixwaze ku hemû parlamenterên Konseya Ewropayê divê zextê li medyayê bike da ku pirsgirêkên kurd a li Tirkiyê baş bê fêhmkirin û li gorî wê tevbigerin.

Her wiha ji bo ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û CPT erkên xwe bi cih bîne, hewldan bên kirin.

Paula Ponz: Ji bo tecrîd bidawî, divê têkoşîna yekbûyî bê dayîn

Endama Koperatîfa Parêzerên Jin a Barcelona Paula Ponz ku di heyeta Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê cih digirt, jî derbarê tecrîda li dijî rêber Apo axivî û got:

Ji bo tecrîd bidawî bibe, divê têkoşîna yekbûyî bê dayîn.

Rewşa li girtîgehê, bi aşkera îşkenceye.

Ev rewşa polîtîka hikûmeta Tirk nîşan dide.

Divê rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Îmrali demildest bên berdan.

Dijhiqûqiyên tên kirin ji demorkasiyê pir dûr in.

Jinên Wanê: Divê dimldest Rêber Apo azad bibe

Li aliyekî din bi boneya 24’emîn salvegera komploya navneteweyî wê di 6’ê Sibatê de ji du milî ve ber bi Girtîgeha TÎpa F ya ewlehiya Bilind a Îmraliyê ve meşek pêk bê.

“Divê her kes tevlî li meşa 6’ê Sibatê bibe”

Hevseroka DBP’ê Şengul Polat jî bang li tevahiya gelê Tirkiyê û Bakurê kurdistanê kir ku tevlî li meşê bibin.

Rêvebera Komeleya Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê ya Mezopotamyayê Winda Kirine Ceyda Dîndar jî da zanîn ku divê li dijî tecrîdê gav bê avêtin û wiha anî ziman:

Li dijî rêber APO tecrîdeke dijmirovî heye.

Hevseroka HDP’a Wanê Handan Kara-koyun anî ziman ku divê demildest hevdîtin pêk bê û tecrîd bi dawî bibe.

Back to top button