Lîbya..Meclisa Nûneran a li Tobrukê hate şewitandin

Di nava rojên dawiyê de, carke din li Lîbya metirsiya derketina şerê navxweyî derketiye.
Piştî gefên Fethî Başaga yên ji bo Trablusê, li Tobrukê alozî derket.
Di xwepêşandanên li Tobrukê de, meclisa nûneran hate şwaitandin.

Piştî bangawaziyên ji bo xwepêşandanan li seranserê welat, bi hezaran xwepêşander daketin kolanan û qutkirina elektrîkê, buhabûna lêçûna jiyanê û xitimandina siyasî protesto kirin.

Li bajarê Tobrûka ku dikeve rojhilatê welat, xwepêşanderan avêtin ser Meclîsa Nûneran.

Xwepêşandêrên ku dirûşm berz kirin û bi şewitandina lastîkan rê girtin, beşeke avahiya parlamentoyê jî şewitandin.

Xwepêşanderan li paytext Trablusê jî daxwaza hilbijartinan kirin.

Ebdulhemîd Dîbeye yê li Tarablusê dest ji deshilatê bernade, piştevaniya xwepêşandan kir.

Fedhî Başaga yê ji aliyê Meclisa Nûneran ve weke Serokwezîrê nû hatî erkdarkirin jî doh Dibeybe hişyarkiribû ku ji Trablusê derkeve.

Organîzatorên xwepêşandanên ciwanan gotin, ew ê heta pêkanîna armancên xwe, xwepêşandanên aştiyane bidomînin.

Back to top button