Hêzên siyasî yên Iraqê dest bi ‘Diyaloga Nîştîmanî’ dikin

Krîza siyasî û aborî ya li Iraqê rewşê aloz dike. Li ser daxwaza Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, li avahiya Desteya Wezîran wê di navbera aliyên siyasî de civîna ‘Diyaloga Nîştimanî’ were destpê kirin.

Duh bi şev Desteya Wezîran ya Iraqê bi serokatiya serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêkhat.

Piştî civînê Kazimî got: “Di warê berpirsyariya hevbeş a niştîmanî de, ez birayên xwe yên serkirdeyên hêzên siyasî ji bo civîneke niştîmanî vedixwînim avahiya Desteya Wezîran.”

Mistefa Kazimî derbarê mijara civînê de diyarkir ku armanc ewe ku di çarçoveya destur û di bingehê berjewendiya niştîmanî ya herî bilind de çareseriyekê ji krîza siyasî ya niha li Iraqê heyî re bibînin.

Biryare civîn li avahiya Desteya Wezîran ya a li Bexdayê pêkwere.

Lê heta niha demê destpêkirina civînê nehatiye eşkerekirin.

Back to top button