ZARÎF PIŞTÎ HEVDÎTINA BI ESED RE, BI ERDOGAN RE DICIVE

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Cewad Zarîf piştî serdana du rojan a li Sûriyê li Enqerê bi Serokkomarê Tirkiyê re Erdogan re civiya.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zarîf beriya hevdîtina bi Erdogan re bi hempîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re civîna çapemeniyê li dar xist.

Zarîf got,

Bi Beşar El Esad re hevdîtinek dirêj kiriye û têkildarî vê hevdîtinê wê bi Erdogan re biaxive.

Rejîma Îranê di şerê Sûriyê de li gel Rûsya û Esad cih girt.

Tirkiye hem piştgirî da komên çekdar ên çete û hem jî xwest rejîma Esad hilweşîne.

Erdogan ê ku bênavber Esad weke ‘kujer’ sûcdar dikir, meha Sibatê di daxuyaniyeke xwe de qebûl kiribû ku bi rejîma Sûriyê re di nava peywendiyan de ne.

Leave a Reply

Back to top button